PeyamaKurd- Serokê ayînî yê Îranê Ayetullah Hemaney li ser mirina 19 leşkerên Îranê ku di tetbîqata Kendav a Basrayê de miribûn ferman da ku lêpirsîn di derbarê bûyerê de bêkirin û kesên ku kêmasiya wan di bûyerê de hebe bên cezakirin. Hemaney bo taziyê jî sersaxiyê da serokerkanê Îranê tumgeneral Abdurrahîm Mûsewî û hem bo malbatên leşkeran sersaxiyê xwest.
Medya Îranê ragihandibû ku di 10 ê gulanê de di dema tetbîqata Kendava Basrayê de, firqeteynekî Îranê bi şaşî li keştiyeka Îranê dabû û tê de 19 leşker miribûn û 15 leşker jî birîndar bûbûn.
Di agahdarkirinê de hûrahiya bûyerê nehat dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin