PeyamaKurd – Washingtonê daxwaz kir ku di hikûmeta nû ya Iraqê de cih neyê dayîn bo wan kom û kesan ku di lîsteya cezayan a Amerîkayê de ne.
Wezareta Derve ya Amerîkayê ragihand ku her çend avakirina hikûmetê meseleyeke navxweyî ya Iraqê be jî, ew dixwazin bandora aktorên alîgirê Îranê were sînordarkirin û milîsên çekdar werin hilweşandin. Washington tekez dike ku hebûna kesên qedexekirî di kabîneyê de, dikare têkiliyên Bexda û Washingtonê bixe bin rîskê.
Tê payîn ku parlamentoya nû ya Iraqê di 29ê Kanûnê de rûniştina xwe ya yekem pêk bîne û dest bi pêvajoya hilbijartina serokwezîrê nû bike.