DYA bo ûranyûmê dewlemend bike 2,7 milyar dolar pere veqetand

Dîroka Weşanê :
DYA bo ûranyûmê dewlemend bike 2,7 milyar dolar pere veqetand

PeyamaKurd – Wezareta enerjiyê ya Amerîkayê bo ûranyûma xwecîh dewlemend bike û kapasîta xwe zêde bike wê di nav 10 salên pêşiya me de, bi 2,7 milyar dolarî veberhênanê bike.

Bi vê veberhênanê Amerîka dixwaze enerjiya welat zêde bike û amadekarên ji derve de yên ûranyûmê didin DYAyê kêm bike. Bi hilberîna ûranyûma dewlemeniya wê herî kêm (LEU) û ya dewlemendiya wê herî zêde (HALEU) re, wê îstîhdam jî pêş bikeve.

Di mijarê de erkê dane sê şîrketên bi navên American Centrifuge Operating, General Matter û Orano Federal Services.