DYA: Di şer de 13 leşker mirin û 303 birîndar hene

DYA: Di şer de 13 leşker mirin û 303 birîndar hene

PeyamaKurd - PeyamKurd – Fermandariya Hêzên Navendê ya Amerîkayê (CENTCOM) rêjeya şerê ku di 28ê Sibata 2026an de li dijî Îranê destpêkiribû ragihand. CENTCOMê got ku heya niha di êrîşên ser Îranê de ji 300an zêdetir leşkerên DYAyê birîndar bûne û 13 leşklerên DYAyê can dane.

CENTCOMê got ku di Operation Epic Wrath de, heya niha 303 leşkerên Amerîkayê birîndar bûne. Piraniya birîndaran baş bûne û dageriyane ser karên xwe. Li ser cûrebirîndariyê, fermandarê hêzên deryayê Tim Hawkins, agahiyan da û got:

“Piraniya birîndaran birînên wan sivikin. Ji 303 birîndaran 273 leşker dageriyane ser karên xwe.”

Goya fermandarekî dinê yê DYAyê ji bo AFPê gotiye ku rewşa 10 birîndaran xedare û tedawiya wan dewam dike.

Heya niha 13 leşkerên DYAyê can dane ku 7 ji wan li welatên Kendavê mirine û 6 jiwan jî li Iraqê can dane.