Li ser bîra avê şer derket, 42 kes mirin û 10 birîndar hene

Li ser bîra avê şer derket, 42 kes mirin û 10 birîndar hene

PeyamaKurd – Li welatê Çadê li rojhilatê wê li eyaleta Wadi Fira li ser bîra avê di nav xelkê cîh de û koçeran de şer derket û di encamê de 42 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Li gor çapemeniya netewî ya Çadê; li eyaleta Wadî Fira de li gundê Igote di navbera 2 kesan de ji ber ava bîrê munaqeşe çêbû. Di encamê de munaqeşe zêde bû û malbat jî ketin nav pevçûnê û dest avêtin çekan.

Li herêmê, di navbera civakên cotyaran ku li deverê dijîn û di navbera şivanên koçber de şer derket û 42 kes mir û 10 kes jî birîndar bûn.

Rayedar ragihandin ku şer xistine bin kontrola xwe û ewlehiya asayîşê zêde kirine. Li herêmê di navbera koçeran û cotyaran de gelek caran şerê weha diqewimin û gelek kes tên kuştin.