DYAyê li ser petrola Venezuelayê gav avêt: Hevdîtin dest pê kirin

Dîroka Weşanê :
DYAyê li ser petrola Venezuelayê gav avêt: Hevdîtin dest pê kirin

PeyamaKurd – Rêveberiya Trump bi şîrketên petrolê yên Amerîkî re derbarê Venezuelayê de dest bi hevdîtinan kir.

Li gorî agahiyan, rêveberiya Trump dest bi têkilîdanîna bi şîrketên petrolê yên Amerîkî re derbarê petrola Venezuelayê de kiriye.

Rayedarekî payebilind ê Qesra Spî ji nûçegihanê Ajansa Anadoluyê re got ku nameyan bi şîrketan re dest pê kiriye û wê berdewam bike.

Rayedarê Amerîkî diyar kir ku Wezîrê Enerjiyê Chris Wright û Wezîrê Derve Marco Rubio wê li ser navê Trump van hevdîtinan bi rê ve bibin.

Berdevka Qesra Spî Karoline Leavitt jî got, "Wekî ku Serok Trump diyar kiriye, em li bendê ne ku bi şîrketên petrolê yên Amerîkî re li ser veberhênan û derfetên nû li Venezuelayê bixebitin."