Ebubekir Bexdadî reviyaye û çekdarên rêxistinê bicîh histine.

Ebubekir Bexdadî reviyaye û çekdarên rêxistinê bicîh histine.

PeyamaKurd - Çeteyên ku hatin girtin ên rêxistina terorîst a DAIŞê hin tiştên veşartî yên derbarê xelîfeyê rêxistina xwe de aşkera kirin.

Li gor kanala Fox News a Amerîkayê, di raporteke derbarê DAIŞ û çarenivîsa xelîfe Ebubekir Bexdadî de hatiye amade kirin de, cîh daye daxuyaniyên çeteyên DAIŞê yên hatine girtin û aliyên veşartî yên xwe radest kirina wan çekdaran aşkera kiriye.

Bi sedan çetê  ku xwe radest kirin û di kelaha dawiyê ya DAIŞê ya li gundê Baxoz a ser bi parêzgeha Dêrezorê ya li başûrê rojhilatê Sûriyê, xwe radestî Hêzên Sûriya Demokrat (HSD)ê kirin û ragehandin ku Ebubekir Bexdadî reviyaye û çetêyên xwe  rêxistinê bicîh hiştine.

Li gor ew çeteyên ku  behs dikin, yek ji sedemê xwe radest kirina wan û şer nekirina wan jî rev û diyar nemana Ebubekir Bexdadî ya di demên herî giring ê rêxistinê de bicîh hiştina wî bûye.

Li gor heman kanala televîzyonê ku bi zimanê çavkaniyekê ve belav kiriye, diyar nemana xelîfeyê DAIŞê ji ber nakokiyên navxwe yên rêxistinê bûye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin