El Wetan: HSD û sanda hikûmeta Sûriyê li Eyn Îsayê civiyan

El Wetan: HSD û sanda hikûmeta Sûriyê li Eyn Îsayê civiyan

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku şanda Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û şandeke hêzên hikûmeta Sûriyê li bajarokê Eyn Îsayê civiyan.

Li gor nûçeya rojnameya El Wetan a Erebî, Hevseroka Meclîsa Reqayê Leyla Mistefa daye xuyakirin ku şanda HSDê û hêzên hikûmeta Şamê li Eyn Îsayê hevdîtinek pêk anîne û dê ev civînên wan jî berdewam bikin.

Hat ragihandin ku hevkariya ligel artêşa Sûriyê jî tê xurtikirin û ji bilî bajaroka Erîma ya Minbicê ku hêzên artêşa Sûriyê hatibûn bicîkirin, ji bo Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê jî danûstandin bi rejîma Sûriyê re berdewam dikin.

Leyla Misfeta ji El Wetanê re daye xuyakirin ku ew hevkariya ligel hikûmeta Sûriyê, bêyî fikirîna hebûn an jî nebûna hêzên Amerîkayê berdewam dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin