PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê Heyder Îbadî, ragihand ku ew dixwazin di têkiliyên digel Washington û Tehranê de hevsengiyekê çêkin û bi herdu dewletan re jî hevkariyeke baş çêkin.
Îbadî îro li Bexdayê di konferansa enerjiyê de axivî û li ser peymana nukleerî ya di navbera 5 welatan, Almanyayê û Îranê de hat îmzekirin nirxandin kirin.
Serokwezîrê Iraqê, diyar kir ku ew dixwazin Amerîka ji peymanê venekişe û ev bername wisa bimeşe.
Îbadî destnîşan kir ku Bexda di têkiliyên digel Tehran û Washingtonê de hevsengiyekê çêke û nebe aliyekî pevçûna terefan.
Di meha gulanê de hilbijartina parlamentoyê ya Iraqê heye. Îbadî jî hewl dide hemû aliyan razî bike da ku careke din wek serokwezîr were ser wezîfeyê. Loma jî digel hemû aliyan têkiliyên baş çêdike û peyamên erênî dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin