Encamên hilbijartinên Azerbaycanê eşkere bûn

Encamên hilbijartinên Azerbaycanê eşkere bûn

PeyamaKurd - Komîsyona Bilind a Hilbijartinên Azerbaycanê (MSK) encamên fermî yên Meclîsa Netewî ya Azerbaycanê ragihand.

Hilbijartinên xula 7emîn a Meclîsa Neteweyî di 1ê Îlona 2024an de hatibûn lidarxistin.

Li gorî encamên hatine eşkerekirin, Partiya Azerbaycana Nû ya desthilatdar, ji 125 kursiyan bi destxistina 68 kursiyan bû partiya yekem.

Li gorî encaman namzedên serbixwe 44 kursî, Partiya Hemwelatiyan 3 kursî, Partiya Adalet, Hiqûq û Demokrasiyê 2 kursî û 8 partiyên din jî her yek 1 kursî wergirtin.

Rêjeya beşdariya hilbijartinên Azerbaycanê jî wekî sedî 37.27 hate eşkerekirin ku mafê 2 milyon û 196 hezar û 771 kesan ê dengdanê hebû.

Biryar e Dadgeha Destûrî di nav 10 rojan de encamên hilbijartinan pesand bike.