Erdoğan bi telefonê bi Siltanê Ummanê re axifî

Erdoğan bi telefonê bi Siltanê Ummanê re axifî

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi siltanê Ummanê bi Heysem Bin Tariq re axifî.

Serokatiya daîra danûsitendinan ya Tirkiyê parvekir ku Erdoğan di rêya telefonê de bi siltanê Ummanê bi Heysem Bin Tariq re axifiye û di axaftinê de behsa têkiliyên dualî û gengeşeyên li herêmê kirine.

Erdoğan, ji bo siltanê Ummanê ragihandiye ku êrîşên ser Îranê û bersivên Îranê yên dike ser welatên bira yên li herêmê, kirine ku herêm di seha ewlehiyê de ketiye nav krîzekî û êrîşên ser Ummanê nayên qebûl kirin.

Erdoğan ragihandiye ku Tirkiye di rewşa niha de dest ji navbeynkariyê bernedaye û dê xebatên Tirkiyê yên dîplomatîk dewam bikin.

Erdoğan ragihandiye ku qedexeya çûna Mescidi Aqsayê nayê qebûlkirin, pêdiviya Xezzayê bi alîkariyê heye û divê Heyeta Aştiyê bi hedefa avakirina 2 dewletan xebatên xwe dewam bike.

Erdoğan, her weha cejna Remezanê ya siltanê Ummanê ya Heysem Bin Tariq pîroz kiriye.