Erdogan pîrozbahî li Nikol Paşînyan kir

Erdogan pîrozbahî li Nikol Paşînyan kir

PeyamaKurd - Çapemeniya Ermenistanê ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji ber serkeftina di hilbijartinên parlamenê de peyameke pîrozbahiyê ya fermî ji Serokwezîr Nikol Paşînyan re şandiye.

Di peyama ku ji aliyê Serokatiya Serokwezîriya Ermenistanê ve hat piştrastkirin de, Erdogan li ser navê xwe û gelê xwe pîrozbahiyên herî germ pêşkêşî Paşînyan kirine û ji bo xebatên avakirina hikûmeta nû ya sêyem serkeftin jê re xwestiye.

Hate diyarkirin ku Erdogan, baweriya xwe bi vîzyona stratejîk a Paşînyan anîye ziman û gotiye, dê ji bo avakirina aştî, aramî û hevahengiyeke mayînde ya li herêmê bibe mîsogeriyeke girîng û di heman demê de ji bo gelê Ermenistanê daxwaza bextewarî û aramiyê kiriye.

Hêjayî gotinê ye, di navbera Tirkiye-Ermenistan û Azerbaycanê de piştî demeke dirêj têkilî ji nû ve asayî dibin û biryare hem xeta rêhesinê û hem jî bazirganiya deriyên sînorî ji nû ve dest pê bike û têkiliyên dîplomatîk jî bên xurtkirin.