'Êrîşa li ser Balyozxaneya Kuweytê li Besrayê binpêkirina yasaya navneteweyî ye'

'Êrîşa li ser Balyozxaneya Kuweytê li Besrayê binpêkirina yasaya navneteweyî ye'

PeyamaKurd - Serokwezîr Mesrûr Barzanî êrîşa li ser Balyozxaneya Kuweytê li Besrayê bi tundî şermezar kir û wekî binpêkirineke cidî ya yasaya navneteweyî bi nav kir.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyamekê de ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir, diyar kir ku ew êrîşa li ser Konsulxaneya Kuweytê li Besrayê bi tundî şermezar dike û got, "Ev binpêkirineke eşkere ya yasaya navneteweyî û peymanên dîplomatîk e."

Mesrûr Barzanî bang li hikûmeta federal kir ku sûcdarên êrîşê bibîne û tedbîrên cidî û pratîkî bigire da ku êrîşên li ser nûnertiyên dîplomatîk li Herêma Kurdistanê û Iraqê bi dawî bike.