PeyamaKurd - Piştî êrîşên asmanî yên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) li ser Girava Xarkê (Harg) ya Îranê, daxuyaniyên dijber ji her du aliyan hatin. Di dema ku medyaya Îranî dibêje binesaziya petrolê zirar nedîtiye, Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku hemû hedefên leşkerî hatine wêrankirin.
Ajansa Nûçeyan a Fars a ser bi Îranê ve ragihand ku di dema êrîşê de li Girava Xarkê zêdetirî 15 teqînên mezin hatine bihîstin. Li gorî nûçeyê, balafirên Amerîkî binesaziya petrolê hedef negrtine; lê belê pergala parastina hewayî ya Artêşa Îranê, Baregeha Deryayî ya Cewşan, birca kontrolê ya balafirgehê û hangara helîkopteran a refika parzemînî hatine lêdan. Ajansê tekez kir ku tevî dûmana gur a li ser giravê, tesîsên petrolê silamet in.
Serokê Amerîkayê Donald Trump derbarê operasyonê de daxuyaniyek da û îdia kir ku hêzên wan Girava Xarkê bi serkeftî hedef girtine. Trump got: “Hemû hedefên leşkerî yên li wir bi tevahî hatine wêrankirin.”
Trump her wiha destnîşan kir ku heta niha wî tercîh kiriye ku binesaziya petrolê ya giravê nebe hedef, lê hişyariyeke tund da Tehranê:
Heke derbasbûna azad û ewle ya keştiyan di Tengava Hurmizê re were astengkirin, ez ê vê biryara xwe (ya li ser petrolê) ji nû ve binirxînim.”
Li gorî agahiyên ji qadê, sîstema parastina hewayî ya Îranê ya li giravê tenê çend demjimêran piştî destpêkirina êrîşê ketiye meriyetê. Ev yek nîşan dide ku êrîşa Amerîkayê di demeke ku hêzên Îranî bêamade bûn de pêk hatiye.
Girava Xarkê ji bo aboriya Îranê xaleke stratejîk e, ji ber ku piraniya petrola Îranê ji vê giravê ber bi bazarên cîhanê ve tê hinartin. Zirardîtina vê giravê dikare bibe derbeyeke kujer li ser aboriya Tehranê.