Esed û Şoygu li Şamê civiyan: Çi axivîn?

Esed û Şoygu li Şamê civiyan: Çi axivîn?

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokê rejîma Sûriyê Beşar Esed û Sekreterê Ewlehiya Rûsyayê Sergey Şoygu li Şamê hevdîtinek pêk anîn.

Li gorî ragihandina medya bi ser hikûmeta Şamê ve, îro duşemê Beşar Esed pêşwazî li Sekreterê Ewlehiya Yekîtiya Rûsyayê Sergey Şoygu kir

Hate diyarkirin ku Esed û Şoygu gelek dosyayên têkildarî ewlehiya navneteweyî û herêmî, têkiliyên dualî yên Şamê û Rûsyayê, asoyên geşkirina wê ji bo xizmetkirina berjewendiyên her du welatan gotûbêj kirin.

Hêjayî gotinê ye, ev serdana Şoygu di demeke ku bandora şerê di navbera Îsraîl û Hemasê de li ser dewletên Cîran berdewam dike û hewldanên Rûsyayê yên normalîzekirinê pêwendiyên Eneqere-Şamê pêk hat.