PeyamaKurd- Li Sûriyê goya deverên ku ewlekarî lê hatiye çêkirin, rejîma Sûriyê êrîşê wan deveran dike û herî dawiyê di êrîşan de 3 kes mirin û 16 kesên sîvîl birîndar bûn. Hêzên rejîmê û grûbên Îranî bi hevre êrîş birin ser der û dorên bajarê Idlibê.
Herî dawî her dû hêz bi hevre êrîş birin ser bajarokên Marretinnuman, Serakib û Kefrenbilê û gundên Marrethirme û Tel Mennisê. Ji bilî wan, êrîşê birin ser navçeyên Kefer Zita, li wadiya Gabê bi roketan êrîş birin ser bajarokên El Hawiz, El Huweyce, El Şeri’a û Kela Madik ê. Li gor agahdarkirinên rêxistina Parastina Sîvîl; li Serakiba ser bajarê Idlibê 3 kes mirin û 16 kes birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin