PeyamaKurd- Berdevka Qesra Sipî Sanders aşkera got: “ Îran bernameyeka sîlihên nukleerî ya dînamîk û bi xef dimeşîne. Îran xwest vêya ji xelkê xwe û dinyayê veşêre lê biserneket.”
Berdevka Qesra Sipî Sarah Sanders ragihand ku ew haya wan ji beyanên Îsraîlê hene, belge û delîlan dişopînin û got divê Îran ti carî nebe xwediyê sîlihên nukleerî. Sanders got ku rejîma Îranê îsbat kiriye ku wê li hemberê cîran û welatên dinê sîlihan bikarbîne. Bi vê sedema han divê Îran nebe xwediyê sîlihên nukleerî.
Wezîrê karê derve yê Amerîkayê Mike Pompeo di derbarê beyanên Netenyahû yên li ser Îranê beyaneka nivîskî da û got: “Belge nîşan didin ku bi salaye Îran bernama xwe ya nukleerî dewam dike. Îran dewam kir û sîstema xwe ya sîlihên nukleerî û û fuzeyan bipêş xist. Arşîva Îranê ya atomî pir mezine û heya niha ji Ajansa Atomî ya Dinyayê ya Navdewletî veşartiye.
Serokwezîrê Îsraîlê Benyamın Netenyahû di beyana xwe ya ku li Telavîvê de da, got ku îstîxbarata Îsraîlê 55 hezar rûpel agahiyên bi dizî, di 183 cd.an de veşartî di destê xwe de digre.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin