WHO: Operasyona Îdlîbê 700 hezar kesî dixe talûkê

WHO: Operasyona Îdlîbê 700 hezar kesî dixe talûkê

PeyamaKurd- Rêxistinên tenduristiyê yên ku di bin sîwana WH0 (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinayayê) ku di bin sîwana Neteweyên Hevgirtî de dixebitin, hişyarî dan ku operasyona Îdlîbê dê karibe ji 250 hezarî heya 700 hezar kesî ji ciyên wan rake.

Ev 7 sale ku li Sûriyê şer dewam dike û tecrubeyên van rêxistinên tenduristiyê di vê mijarê de hene. Di rapora mehane de tê gotin ku li bajarê Îdlîbê, bi sedema zêdebûna şer û pevçûnan, bo xelkê cî ku gelek qelse û bo kesên ku nû werin, dê pêdiviya wan bi alîkariyê hebe.

Di nava sanaryoyan de nexşeya Îdlîbê heye û hêzên tevli operasyonê bibin, dê ji kîjan aliyê de êrîş bikin, hemû di nexşeyê de hene. Koordînatorê alîkariyên mirovî yên NH Panos Moumtzis ragihand ku li gor texmîna wan, dê nûfûsa Îdlîbê bi sedema kesên ku ji derveyê bajêr hatine, wê gihabe 2,5 mîlyon kesî.

Moumtzis berê jî ragihandibû ku ger şerekî mezin li Îdlîbê çêbibe, dibe ku 2,5 mîlyon kes here ser sînorê Tirkiyê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin