PeyamaKurd- Li eyaleta Biharê ya Hindistanê bi sedema rabûna firtûnê 31 kes jiyana xwe ji dest dan û 11 kes birîndar bûn. Medya Hindistanê ragihand ku di eyaleta Biharê de di nava 24 sietan de, 31 kes mirine û 11 kes birîndar bûne.
Hukumeta Hindistanê ragihand ku kesên di firtûnê de mirine, bo malbatên wan dê alîkariyê bikin. Serokwezîrê eyaletê ferman da beşa tenduristiyê ku bo birîndaran tedawiya belaş bêkirin.
Beşa kêşa hewayî ragihand ku dibe di nava 24 sietên pêş de firtûneyên zortir û xerabtir çêbibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin