PeyamaKurd - Sêyem mezintirîn şîrketa barkirina deryayî di cîhanê de CMA CGM a Fransî ji Îranê vekişiya.
Serokê encûmena rêveberiya şîrketa Rodolv Seade di çarçoveya dîdareke aborî de ragihand ku, bi sedema sepandina zextên Trump li ser Îranê me biryar da xizmetguzariyên xwe li wî welatî bi dawî bînin.
Şîrketa Fransî CMA CGM di sala 2016ê de rêkeftinek bi şîrketa hêlên barkirina deryayî ya Îranê re bi armanca hemahingiya hevbeş imze kiribû.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di meha Gulana borî welatê xwe ji rêkeftina atomî ya bi Îranê re ku, di sala 2015ê hatibû imzekirin vekişand û careke din zext li ser wî welatî sepandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin