PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Iraqê Fûad Huseyîn ragihand ku tekane çareseriya krîza Sûriyê rêbazên siyasî ne û eger rewşa Sûriyê weha dewam bike, wê îstîqrara herêmê bikeve talûkê û îhtîmal heye ku bi deh hezaran terorîst bikevin nav axa Iraqê.
Fûad Huseyîn bi rêya video konferansê tevlî civîna li payîtexta Belçîkayê Brukselê ya bi navê “Desteka dahatûya herêmê û Sûriye” bû û got tekane çara helkirina mijara Sûriyê çareseriya siyasiye.
Huseyîn behsa pêdiviya têkoşîna bi DEAŞ ê û rêxistinên redîkal re kir û got ku divê bê navber têkoşîn dewam bike, kes destê xwe nexe nav karê Sûriyê û behsa girîngiya hukumraniya Sûriyê kir. Fûad Huseyîn behsa dorpêçên bi navên “Qanûna dorpêçan ya Sezar” kir û got di vê pêvajoya têkoşîna li dijî Kovid-19 ê de, wê bandora nexweş li ser xelkê Sûriyê bike. Her weha got ku civaka navdewletî divê di mijara penaberan de destekê bide welatên din û bi taybetî bide Iraqê ku 260 hezar penaberên Sûriyê lê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin