Salih Muslim serbest hat berdan

Salih Muslim serbest hat berdan

Serokê berê ye PYDê Salih Muslim du roj berê li welatê Çekyayê hat girt. Sedema girtina wî ew bû ku berê dadgeh biryara girtina wî dabû. Lê îro, Salih Muslim derxistin dadgeha  Çekyayê û serbest hat berdan.

Piştî Salih Muslim li Paragê hat girtin, dewleta Tirkiyê bi fermî serdana xwe bo girtina wî  ji Çekyayê re kir lê Çekya wî serbest berda. Li ser berdana Muslim, balyozê Tirkiyê yê Pragê Ahmet Necdet Bigalı weha ragihand:

“ Temyîza vê biryarê nîne. Muslim dikare ji Çekyayê derê der. Biryar xeyalên me şikand. Ev biryar dikare bandoreka neyînî li ser têkiliyên navbera me bike.”

Li Tirkiyê bi sê ciya biryara girtina Salih Muslim heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin