PeyamaKurd - Gefa nû ji navenda Xatem El-Enbiya : "Li binesaziya Îranê bidin, em ê li hemû binesaziya herêmê bidin"
Peyvdarê Xatema El-Enbiya got: Têhran di bin tu şert û mercan de rê nade destêwerdana Amerîkayê li tengava Hurmuzê û ev yek ji bo Komara Îslamî wek "xeta sor" bi nav kir.
Wî her wiha hişyarî da ku eger Amerîka jêrxana Îranê bike armanc, "hemû jêrxana navçeyê" dê bibe armanca êrişên hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û îdia kir ku ew êrişan "tu şopa wan namîne."
Wî rayedarê leşkerî her wiha got: Bersiva Komara Îslamî dê ne lêdaneke wekhev be, lê dê lêdanek bilindtir, tundtir, berfirehtir û wêrankertir be.