Gideon Saar: Îsraîlê bi ti awayî şertên Hemasê qebûl nake

PeyamaKurd- Wezîrê Derve yê Îsraîlê Gideon Saar îro 4ê Tebaxê di civîneke rojnamevanî de got, Hemas dixwaze şert û mercan ferz bike da ku kontrola xwe li ser Xezeyê mîsoger bike û da zanîn ku Îsraîl bi tu awayî şertên Hemasê qebûl nake.
Gideon Saar diyar kir ku Îsraîl hewl dide dawî li şerê Xezeyê bîne û girtî werin berdan û got, Îsraîl çareseriyên dîplomastîk tercîh dike.
Saar îşaret pê kir ku "Amerîka niyet dike destwerdanê bike da ku karaseta mirovî ya li Xezeyê sivik bibe û ji bo vê hemahengiyeke domdar heye”.
Saar, helwestên hin welatên rojavayî wekî Fransa, Kanada û Brîtanyayê rexne kirin û ev yek wekî "Piştevaniya nerasterast ji bo Hemasê û temenê şer dirêj dike" nirxand.
Saar, Hemas tawanbar kir ku sivîlan wek mertalên zindî bi kar tîne û xwest, pêşî li diyardeya revandina sivîlan jî bê girtin. Herwiha Saar di dawiya axaftina xwe de got, heya ku Hemas dev ji çekan û rêbaza xwe ya çekdarî bernede, cihê wê di siberoja Xezeyê de nîn e.
Ev nivîs 119 car hatiye xwendin.




