Civîna yekem ya komisyona meclisê 8 seet dewam kir

Civîna yekem ya komisyona meclisê 8 seet dewam kir

PeyamaKurd – Civîna komisyona ku ji partiyên meclisa Tirkiyê pêk dihat, 8 seet dewam kir û bi dawî bû. Navê komîsyonê kirin ‘Komîsyona Palpiştî a Netewî, Biratî û Demokrasiyê’. Komîsyon wê cara duyê roja Înê seet di 14.00an de bicive.

Wê wezîrê kar û barên navxwe yê Tirkiyê Ali Yerlikaya, wezîrê bergiriyê Yaşar Güler û serokê MİTê İbrahim Kalın jî bikevin civînê. Di daxwuyaniyê de bi kurtî weha hat gotin:

“Ûsûla xebata ‘Komîsyona Palpiştî a Netewî, Biratî û Demokrasiyê’ û esasên xebata wê bi yekdengî hat qebûlkirin. Ber bi Tirkiya bê teror ve, xwutkirina yekgirtina civakê, pêkanîna palpiştiya netewî û biratiyê, azadî, demokrasi û di seha dewleta hûqûqî de xebatên bên kirin, ji bo ravekirina wan, komisyona ku di bin sîwana meclisa me ya gazî de hatiye avakirin, di 5ê Tebaxa 2025an de, di bin serokatiya seroke TBMMyê  Numan Kurtulmuş de, di salona Merasimê de civiyaye û civîna yekem kiriye.

Komîsyon, wê qanûnên ku pêdivî bi wan heye tesbît bike, wê li serê xebatê bike û wê raya giştî ji xebatan bê agahdarkirin…Komîsyon wê biratiyê bike mayînde, cudatiyan wekî dewlemendbûnê qebûl bike…Esas koda an şîfra erdnîgariya me biratiya Kurd û Tirk e. Pêwiste biratiya me ne tenê di şer de lê di êş û kêfan de, bi hev re bimeşe…Dewrên reş û tarî êdî bi feraset û biryardariya dewleta me li paş dimîne. Em di komîsyonê de destûrekî nû nanivîsin lê em hevokên biratiyê ava bikin...

Ev, ne encama bazarekiye lê biryardariya milletê me ye. Eger em bi terorê re meşxûl nebûna, me dikaribû gelek dibistanan, nexweşxanan û zankoyan ava bikin. Belkî em dikaribûn zûtir bigihên teknolojiya xwe… Bedela herî mezin me bi canê xwe daye…

Pêwsite her tişt zelal be, daxwazên xelkê li ser zemîna siyasî karibe xwe bibîne…Di komîsyonê de nûnerên temamên partiyên siyasî hene. Koordînasyon şert e. Ev komîsyon %98 xelkê temsîl dike. Mafê xelkê heye ji her pêngavên me agahdar be….

Ev pêvajo mayîna dahatûya hevpar ya Tirk û Kurd a ye…Komîsyona me wê weka ciyê şêwrê be û wisa tevbigere. Wê fikrên cuda di aqil de bigihîne hev. Pêwiste ku ev pêvajo, derûniya civakê rast bimeşîne û yek ji xalên girîng e. Hedefa me ne ew e ku em li ser xalên herî kêm yên hevpar bibin yek…

Bi berdana çekan re pêşniyarên çêkirina qanûnan, amadekirina wan ji wezîfên komîsyonê ne. Hêza manewî ya Meclisê li hemberê leystikan (provakasyon) mertala me ya herî mezin e. Dibe leystik hebin. Xebatê me, ne tenê siyasete, em ê qismên din yên civakê jî bixin nava xebatê. Wê desteka zankoyan û rêxistinên civaka sîvîl gelek baş be ji bo xebatên me. Wê ti kes di derveyê pêvajoyê de nemîne…

Ev masa han bi wijdana xelkê, bi eqlê qan, îrfan û baweriya wan hatiye avakirin. Em ê Tirkiyekî wisa ava bikin ku demokratik be, piralî be, herkes xwe tê de bibîne.”

Ev nivîs 78 car hatiye xwendin.