Selçuk Bayraktaroglu bû Sererkanê nû yê artêşa Tirkiyê

Selçuk Bayraktaroglu bû Sererkanê nû yê artêşa Tirkiyê

PeyamaKurd- Di civîna Şûraya Leşkerî ya Bilind (YAŞ) ya Tirkiyê de ku bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdoğan hate lidarxistin, gelek biryarên girîng hatin girtin.

Di civînê de, Sererkanê Artêşê Orgeneral Metin Gurak ji ber kêmbûna kadroyê xanenişîn bû li şûna wî, Fermandarê Hêzên Bejahî Orgeneral Selçuk Bayraktaroglu wek Sererkanê nû yê Artêşê hat tayînkirin. Ev guhertin, yek ji girîngtirîn biryarên civînê bû û di avahiya Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) de guhertineke mezin çêbû.

Li gorî biryarên YAŞê, yên ku wê ji 30yê Tebaxa 2025an û pê ve bikevin meriyetê, di nava artêşê de gelek fermandar hatin xanenişîn kirin û erkdarkirin.

Di vê çarçoveyê de, 32 general û amîral ji bo rûtbeyeke bilindtir hatin terfîkirin, 61 albay jî wek general û amîral hatin tayînkirin. Herwiha, dema erka 29 generalan salekê, dema erka 478 albayan jî du salan hate dirêjkirin.

Di civînê de, malnişîniya 45 general û amîralan jî hate pejirandin. Du general ji ber temen, 43 general û amîralên din jî ji ber kêmbûna kadroyan hatin xanenişînkirin. Herwiha, dema erka Fermandarê Hêzên Deryayî Oramîral Ercument Tatlıoglu û Fermandarê Hêzên Hewayî Orgeneral Ziya Cemal Kadioglu jî salekê hate dirêjkirin. Bi van biryaran re, hejmara general û amîralên di nava Artêşa Tirk de ji 316an derket 332yan.

Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.