Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê karkerên nekalîfiye zêde kir

Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê karkerên nekalîfiye zêde kir

PeyamaKurd- Hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da ku mûçeyê mehane yê karkerên bêkalîfîye kêmtîrî 450 hezar dînarî nebe.

Encûmena Wezîran 3yê Tebaxê ji Wezareta Kar û Karûbarên Civakî re nivîsek şandiye û diyar kiriye, lijneyê mûçeyê herî kêm ê karkerên nekalîfiye, li ser spardeya ofîa Serokwezîr rizamendî daye ku mûçeyê mehane û heqdestê rojane yê karkerên nekalîfiye bê sererastkirin.

Li gorî nivîsê, mûçeyê mehane yê herî kêm ê karkerên bêkalîfîye divê ji 450 hezar dînarî kêmtir nebe, lê yên ku rojane dixebitin divê ji 15 hezar dînarî kêmtir nebin.

Karkerên bêkalîfîye karkerên ku ti pisporî û bawernameyeke wan a hostatiyê tine ku cara yekem karekî dikin li xwe digire. Karkerên xwedî jêhatîyên taybetî û karên giran ên wekî bînasazî û yên din dikin nagre navxwe.

Berî kabîneya nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê mûçeyê mehane yê herî kêm ê karkerên nêpispor ji 285 hezar dînarî bo 350 hezar dînarî hatiye zêdekirin û niha 100 hezar dînarê din ji bo wan karkeran hat zêdekirin.

Ev nivîs 107 car hatiye xwendin.