Li Rojhilatê Kurdistanê 8 mamoste bi girtîgehê hatin sizadan

PeyamaKurd- Malpera Dengê Binçavkiriyên Kurd û Îranê ragihand ku şaxa 1 a dadgeha bajarê Kirmanê, cezayê girtîgehê li 8 mamosta û çalakvanan biriye. Hate zanîn ku ji wan 8 kesan, 5 jê jin in û 10 meh cezayê girtîgehê li wan hatiye birîn.
Dadgehê bi tometa ‘karkirina dijî ewlekariya neteweyî, propagandaya dijî dewlet û endambûna komên dijberî Îranê’ cezayê girtîgehê li wan her 8 çalakvan û mamostayan birîye.
Navên mamoste û çalakvanên ceza li wan hatine birîn evi in:
Şehanz Rezayî, Zehra Ezîzî, Mîtra Nîk Pur, Fatime Yezdanî, Leyla Efşar, Mecîd Nardî, Mihemed Reza Bêhzad Pur û Hisên Reşîdî.
Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê jî doh 4ê Tebaxê ragihandibû ku welatiyekî Kurd ê bi navê Ebû Bekir Uqabî (50) yê xelkê bajarokê Şino ya ser bi Urmiyeyê, bêyî fermana dadwer hebe, hatiye binçavkirin û ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin.
Dîsa heman rojê çalakvanekî civaka sivîl yê bi navê Eyub Cewan Pur ê xelkê bajarê Seqizê ji aliyê hêzên Îranê ve bêyî fermana dadwer hatiye binçavkirin û ji bo girtîgeha bajêr hatiye veguhestin.
Ev nivîs 93 car hatiye xwendin.




