NATO ji bo desteka Ûkraynayê wê modela PURL bikarbîne

PeyamaKurd – NATO niha mekanîzma PURLê xist rojevê ku ew mekanîzma ew mekanizma ye ku muhîmmat û sîlihên li Amerîkayê tên hilberîn, wê ji aliyê welatên hevkar yên NATO de bên fînanse kirin û bişînin Ûkraynayê. Navê vê mekanîzmayê PURL e. Paketa yekem wê Danimarka, Norveç û İsveç finanse bike.
Di çarçova mekanîzma PURL (Purchase, Use, Reimburse Later) de, Danimarka, Norveç û İsveç, bi temamî wê perê bi miqdarê 500 milyon dolarî bidin.
Li ser mijarê sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku Danimarka, Norveç û İsveç biryarê bi rizamendî qebûl kirine.
Li ser desteka ji bo Ûkraynayê, serokê DYAyê Trump di 14ê Temmûzê de di civîna çapemeniyê de ragihandibû ku li hev kirine û Peyman girêdane ku wê DYA hilberîna çekan bike lê wê maliyeta çekan ji aliyê hevkarên NATO de bê dayîn.
Ev nivîs 73 car hatiye xwendin.




