Li Hindistanê hez li erdê ket û zêdetirî ji 50 kes wenda ne

PeyamaKurd – Li Hindistanê li eyaleta Uttarakhandê barana xwurt bû sedema heyelanekî mezin. Li gor tesbîtê; 4 kes mirin û ji 50 kesan zêdetir wenda hene. Legerîn û rizgarkirina wan dewam dike.
Li gor xebera rojnama India Todayê; li eyaletê li devera Dharaliyê barana zêde bû sedema heyelanê. Serokwezîrê eyaleta Uttarakhandê Puşkar Singh Dhami, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand ku artêşa Hindê û tîmên pêwendîdar xebata rizgarkirin û lêgerîne dewam dikin.
Dhami gotiye ku mexdûrên rûdanê birine deverên bi ewle û destekê dane mexdûran.
Dîmenên ku ketine ser çapemeniyê nîşan didin ku heza li erdê ketiye bi xwe re xaniyan û florya deverê biriye.
Ev nivîs 70 car hatiye xwendin.




