Serok Barzanî bi Xemis Xencer re rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kir

Serok Barzanî bi Xemis Xencer re rewşa Iraq û herêmê gotûbêj kir

PeyamaKurd- Serok Barzanî, îro 5ê Tebaxê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Siyade ya Iraqê Xemis Xencer kir.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraq û herêmê hate gotûbêjkirin.

Piştî civînê hate ragihandin, di hevdîtinê de, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser rewşa siyasî ya Iraq û deverê li hev guhertin û ronahî xistin ser pirsgirêk û qebxwaziyên nav  pêvajoya siyasî ya Iraqê û hevahengiya di navbera aliyên siyasî yên Iraqê.

Ev nivîs 90 car hatiye xwendin.