PeyamaKurd – Bi sedema şîrketa Fransiz ya petrolê Total Energies petrolê hilberandiye û ew petrol gihaye balafirên şer yên Rûsyayê, giliyê şîrktê hat kirin. Li gor agahiyên çapemeniya Fransayê; rêxistina sîvîl ya Fransayê Darwin Climax Coalition û rêxistina eslê wê Ûkraynî Razom We Stand, li ser mijarê seredana dozgeriya navdewletî ya têkoşîna li dijî terorê giliyê Totalê kirin. Totalê bi hevkariya sûcên şer yên Ûkrayna re sûcdar kirin. Di rapora ku pê gilî kirine weha hat gotin:
“ Total Energies li Rûsyayê di bîrekî petrolê de, dewama derxistina petrolê kir û hilberîna petrolê ji bo balafirên Rûsyayê yên ku Ûkraynayê bombe dike, kir.”
Total Energies, heya wextekî nêz li bakûrê Rûsyayê xaza ku di seha Termokarstovoye de xaza ku şîrketa Terneftegaz derdixist, %49 par ya wê bû. %51 ê wê jî ya şîrketa Rûsya ya bi navê Novatekê bû û %19,4 ê Novatekê car din yê şîrkta Fransayê bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin