PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî Antonio Guterres li navenda Neteweyên Yekgirtî di civîna Konseya Darayî û Civakî (ECOSOC) de axifî, qesda şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê kir û got:
“Weka hedefên geşepêdanê, serê dinya me di belayê de ye û wext teng dibe. Bila dawiyê li şerê bê vate bînin. Ez bang dikim ku hedefên geşepêdanê yên em dikarin bidomînin, bê em dereng bimînin divê em wan rizgar bikin, divê em bixwestek, biryar û bi hevkarî bixebitin. Krîzên li pey hev yên ku niha dinya bi wan re rû bi rû ne, wê talûka newekheviyê, bê îstîqrariyê û kaosa kêş û hewayê bi xwe re bîne.
Lê hêjî hêviya me heye ji ber em dizanin divê çi bêkirin; dawî li şerên bê vate bînin, dewra enerjiya ku tênûhkirin serbest berdin, haydê ji bo mirovan veberhênanê bikin û em ji nûh de peyamana civakî ava bikin.
Xida ya li Ûkraynayê, xida û gubra ku li Rûsyayê tê hilberîn, tevî şer heye jî divê em bînin bazara dinyayê. Em li ser planê ku xidaya li Ûkraynayê tê hilberîn, di ser Derya Reş de û xida û gubreya ku li Rûsyayê tê hilberîn, ji bo bi ewlehî bigihê bazara dinyayê û bê îxrackirin, gelek xebitîn. Ji bo xebata dewam dike em ji hukumetan re sipasiya xwe dikin.
Di mijara kêş û hewayê de pêşdeçûnên bi talûke hene. Bandora îşxala Rûsyayê ya Ûkraynayê û Kovid-19 di rewşeka ne bi rêk û pêk de li me xist. 94 welatên ku niha 1,6 mîlyar mirov tê de dijîn, bi sedema zêdebûna bihayên xida û enerjiyê, kêmasiya xwegihandina fînansê ya îsalê, rîska xelayiyekî piralî nîşan dide.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin