Yemen bû gola xwînê

Yemen bû gola xwînê

PeyamaKurd- Li Yemenê û der û dora Yemenê, her roj şer û pevçûne heye. Li Yemenê, li bajarê Sanayê di navbera Hûsiyan û leşkerên dewletê de şer derket û di encamê de, di ser 30 kesî de ji mîlîtanên Hûsiyan hatin kuştin.

Malpera înternetê ya bi navê "26 September Net" ku ya artêşa Yemenê ye, ragihand ku yekîneyên leşkerî yên bi desteka hêzên koalîsyonê, li bajarê Sadayê bi Hûsiyan re ketine şer û di pey de hinek sengelên li navçeyên Ketaf û El-Bak’ayê xistine destê xwe.

Bajêr, weka baregeha Hûsiyan bû li kuştina di ser 30 mîlîtanan de û destdanîna ser sîlih û muhîmatên wan, derbeyeka mezine bo Hûsiyan. Ji vî şerî de ji aliyê leşkerên dewletê jî 3 leşker hatine kuştin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin