PeyamaKurd – Li navça Nisêbîna bi ser bajarê Mêrdînê piştî baran zêde bariya û teyrik di ser de hat, lehî ket baxçê xaniyan û bodrûman, rê û kolan bûn weka gola avê.
Bi taybetî li ser rêya Hevrîşim nêzî Nezîrxanê, bi sedema rê di bin avê de man, erebe nikaribûn di rê de herin. Dezga Dewletê ya Karên Avê, rê vekirin lê erebe gelek hêdî dikaribûn herin.
Li Nisêbînê li taxa 8 Martê di kolana Sînemê de, av ket baxçê xaniyan û bodrûmên wan. Li taxa Dîcleyê jî di kolana Menekşeyê de baxçe bûn gola avê û li taxa Yolbilenê dîwarê baxçê xaniyekî hilweşiya.