Li Iraqê cebilxaneyeke DAISê hat dîtin

Li Iraqê cebilxaneyeke DAISê hat dîtin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li Iraqê di encama operasyoneke hêzên iraqî de, cebilxaneyeke çekên rêxistina DAIŞê hatin desteserkirin.

Ajansa Îstixbarata leşkerî ya Iraqê ragihand ku di encama lêgerînêan de, hêzên ewlekariyê li herêma Şahbanî ya navçeya Garmayê ya parêzgeha Enbarê cebilxaneyeke DAIŞê dîtine.

Li gorî daxuyaniyê di cebilxaneya ku hatiye dîtin de, 21 bombeyên çêkirî û hejmarek guleyên hawinê yên 120 milîmetrî hatine desteserkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin