PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku di çend salên borî de herî kêm 80 milyar dolar ji bo elektrîkê hatiye xerckirin lê hîn jî arîşeya elektrîkê nehatiye çareserkirin.
Li gorî daxuyaniya Ofîsa Serokê hikûmeta Iraqê, Kazimî di civîna ligel berpirsên wezareta elektrîka Iraqê de gotiye, ji sala 2003yan heta niha herî kêm 80 milyar dolar bo elektrîkê hatiye xerckirin lê gendeliyê nehîştiye arîşeya elektrîkê were çareserkirin.
Kazimî daye zanîn, wezaretên neft û darayî hatine erkdarkirin ku alîkariya wezareta elektrîkê bikin ji bo çareyeke cidî ji arîşeya elektrîkê re bibînin.
Herwiha Kazimî destnîşan kiriye, hêzeke veşartî heye nahêle Iraq di warê enerjî û elektrîkê de bê kêmasî be û ji bo wê jî astengiyan derdixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin