Macron di civîna ligel serokatiyên Kurdistanê de got: Fransa dostên xwe bernade!

Macron di civîna ligel serokatiyên Kurdistanê de got: Fransa dostên xwe bernade!

PeyamaKurd – Îro Yekşemê 29ê Tebaxê her sê serokatiyên Herêma Kurdistanê ligel Serokê Fransayê Emmanuel Macron civiyan.

Li gorî ragihandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di civînê de rewşa giştî ya Iraq û navçe û pêşvebirina pêwendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Fransayê hat gotûbêj kirin.

Serokê Fransayê amaje bi pêwendiya dîrokî ya navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û rola Pêşmergeyê Kurdistanê bi rêbertiya Serok Mesûd Barzanî kir di têkşikandina DAIŞê de, berdewambûna piştgirî û hevkariya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê car din anî ziman.

Herwiha diyar kir ku hatina me bo Kurdistanê peyamek e ku Fransa dostên xwe bernade.

Di hevdîtinê de Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pesnê helwesta dostane ya Fransayê da di piştevaniya Herêma Kurdistanê de di qonaxên cuda de.

Herwiha amaje bi girîngiya karkirin û hemahengîkirina ligel Fransa û civaka navdewletî kir ji bo çareserkirina kêşeyên Iraqê bi giştî û kêşeyên hilawestî yên navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federalî bi taybetî, herwiha rola erênî ya Fransayê ji bo asayîş û seqamgîriya navçeyê, bilind nirxand.

Di beşeke din a civînê de behsa girîngiya cîbicîkirina rêkeftina Şingalê û zemînxweşkirina ji bo vegera awareyan bo cih û warên wan hat kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin