PeyamaKurd – Grûba Sadr ku di hilbijartinên 10 ê cotmehê de bû partiya yekem û karibû 73 parlementeran bixe meclisa Bexdayê, ji bo îttîfaqê deyne, di meclisê de komîteyekî hevdîtinên hevkariyê ava kir.
Mukteda es-Sadr ragihand ku komîte xwediyê her desthilatê ye û dikare biryarê bide û weha got:
“Bila Komîte ew terefên ku me îşareta pirsê daniye ber navên wan, bila bi wan re hevdîtinan neke.”
Li gor şiroveyên siyasî; terefê ku Sadr naxwaze bi wan re hevdîtin bên kirin, terefdarê Îranê yên weka Nûrî El Maliki û grûbên terefdarên Îranê yên di nav Haşdî Şabî de ne.
Li aliyê dinê tê gotin ku partiyên Îran wan destek dike yên weka Nuri El Maliki, Koalîsyona Fetih, Ammar El Hekîm û Heyder Ebadi jî bi wan re dixwazin hukumetekî ava bikin. Maliki bi Sunni û Kurdan re dest bi hevdîtinan kiriye û dixwaze pêşiya Sadr bigre.
Maliki, piştî hilbijartinan bi yek rojekî Amiri, İbadi, Hekim û grûbên di derveyê Sadr de, di mala xwe de civandibû û xwestibû li hemberê Sadr piraniya meclisê bigihîne hev.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin