PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê beşdarî merasîma xelatkirina hejmarek xwendekarên serkeftî yên qonaxa 12 a amadehî yên sala 2020 – 2021ê bû û gotarek pêşkêş kir. Serokwezîr Barzanî ji xwendekaran daxwaz kir ku sê tiştan li ber çavên xwe bigirin ew jî; niştimanperwerî, jiyandostî û jîngehdostî ye.
Di merasîmê de, piştî rawestandina xuleke bêdeng li ser giyanê pak ê şehîdan, Wezîrê Perwerde yê Herêma Kurdistanê Alan Hemeseîd gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo serxistin û pêşxistina proseya perwerdehiyê.
Di merasîmê de xwendekarekî bi navê xwendekarên navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û spasiya piştevaniya Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji xwendekarên Kurd re kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di gotara xwe de pîrozbahî li xwendekarên yekem ên pola 12 a amadehî, malbatên xwendekaran û mamosteyan kir û hêvî xwest jî ew xwendekar bi heman awayî li zanîngehê jî serkeftî bin.
Mesrûr Barzanî got: “Hêvîdar im xwendin ne tenê ji bo xwendinê be, divê bi riya xwendinê welatê xwe avedan bikin û zemîneyeke baştir amade bikin, ji bo hûn di pêşerojê de bibin serkirde, rêber û mamosteyên baş ji nifşên bê re.”
Mesrûr Barzanî daxwaz ji xwendekaran kir, di vê qonaxê û qonaxên pêş de sê tiştan li ber çavên xwe bigirin û got: “Niştimanperwerî, jiyandostî û jîngehdostî li ber çavên xwe bigirin.”
Di beşeke din a gotara xwe de Serokwezîr Mesrûr Barzanî got: “Mixabin bi sedema Korona û qeyrana darayî, me nekarî wek pêwîst karnameya xwe ya di warê perwerde de cibicî bikin, lê belê di van şert û mercan de proseya xwendinê ranewestiya, ji ber vê jî spasiya Wezîrê Perwerde û tevahiya mamosteyan dikim.”
Serokwezîr Barzanî destnîşan kir: “Em bi girîngîpêdana bi sektora perwerde û xwendinê de berdewam dibin. Îro pêşeroja welatê me nîşan dide. Em berdewam dibin bi nûjenkirin dibistanan û projeyên rahênankirina mamosteyan.”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê metirsiyên Koronayê bibîr xist û got ku metirsiyên vê vîrûsê hîn bi dawî nebûne û daxwaz ji welatiyan kir xwe vaksîn bikin, maskan bi kar bînin û xwe biparêzin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin