Li Rihayê karkerek di bin makîneya kar de ma û can da

Li Rihayê karkerek di bin makîneya kar de ma û can da

PeyamaKurd – Li navçeya Kaniya Xezalan a ser bi parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, karkerek di bin makîneya kar de ma û can da.

Li gor zanyariyan, karkerê bi navê A.K. li Taxa Onculê ku 10 kîlometre nêzîka navçeya Kaniya Xezalan e, dema bi makîneya xwe ya kar li bejahiyê kar dikir heta demekê agahî jê nehat wergirtin û nîştecihên taxê bi armanca bizanin çi hatiye serê wî çûne cihê bûyerê û dîtine ku di bin makîneya kar de maye û can daye.

Herwiha tîmên tendirustiyê û polîs jî hatin cihê bûyerê û cenazeyê kesê ku can daye rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Kaniya Xezalan.

Li gor agahiyan, derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin