Serokwezîrê Awusturyayê pistî îstifayê bi temamî ji siyasetê vekisiya

Serokwezîrê Awusturyayê pistî îstifayê bi temamî ji siyasetê vekisiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Awusturyayê Sebastîna Kurz piştî ku mehek berê îstifa kir, bi temamî vekişîna xwe ya ji siyasetê ragihand. Kurtz ji ber tohmetên gendeliyê neçar mabû serokwezîriyê berde.

Sebastîan Kurz di civîneke rojnamevanî de eşkere kir ku wî bi fermî dest ji siyasetê berdaye û got: “Êdî ji bo min serdemeke nû destpê dike. Ji niha û pê ve ez ê dema xwe li gel malbatê derbas bikim.”

Medya welatê Awusturyayê diyar kiriye, tê çaverêkirin ku li şûna Kurtz, wezîrê naxwe Karl Nehammer bibe serokê Partiya Gel.

Sebastîna Kurz cara pêşî sala 2017an di 31 saliya xwe de weke serokwezîrê herî ciwan hatibû hilbijartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin