PeyamaKurd – Pîrozbahiyên Roja Ala Kurdistanê ji ber betlaneya fermî ya li Herêma Kurdistanê li şûna roja Înê 17ê Kanûnê, îro Pêncşemê 16ê Kanûnê dest pê kirin.
Li seranserê bajar û bajarokên Herêma Kurdistanê bi merasîmên taybet li dibistanan û saziyên fermî Roja Ala Kurdistanê tê pîrozkirin. Li bajarê Hewlêrê merasîmeke taybet hat lidarxistin ku pêkhateyên Turkmen û Mesîhî jî Roja Ala Kurdistanê pîroz kirin.
Bi boneya roja ala Kurdistanê li Mala Turkmenan a Hewlêrê merasîmek hat lidarxistin.
Di merasima ku bi ala Kurdistanê hatibû xemilandin de, nûnerê mesîhiyan Newzad Pols axaftinek kir û got, li Kurdistanê tevahiya pêkhateyan di nav aramî û asûdetî û azadiyê de û di bin sîbera ala Kurdistanê de dijîn.
Newzad Pols diyar kir, bi sedan sal e xelkê Kurdistanê, çi kurd çi turkmen çi mesîhî û tevahiya pêkhateyên ayînî û etnîkî ji bo azadiya Kurdistanê û libabûna ala Kurdistanê xebatê dikin.
Nûnerên turkmen jî di merasimê de roja ala Kurdistanê pîroz kirin û gotin, ew bi şanazî alaya Kurdistanê bilind dikin ji ber ku ew alaya wan e jî û di bin sîbera wê de bi azadî dijîn û mafên wan jî hatine misogerkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin