Leyen: Dijberên demokrasiyê bi teknolojiyên nûjen manîpulasyonê dikin

Leyen: Dijberên demokrasiyê bi teknolojiyên nûjen manîpulasyonê dikin

PeyamaKurd - Seroka Komisyona Ewropayê Ursula Von der Leyen li bajarê Milano yê Îtalyayê beşdarî merasîma vekirina 100emîn sala xwendinê ya Zanîngeha Cattolicayê bû û di merasîmê de li ser platformên civakî axaftinek kir.

Leyen got, demokrasî bi pirsgirêkên nû re rû bi rû ye, dijberên demokrasiyê bi teknolojiya nûjen nîqaşa demokratîk manîpule dikin û diyar kir, nîqaşên wan jî bi awayekî sîstematîk dijî demokrasiyê têne guhertin.

Seroka Komisyona Ewropayê Ursula von der Leyen li ser astengiyên li pêş demokrasiyê wiha axivî:

"Îro ev demokrasî bi pirsgirêkên nû re rû bi rû ye. Piraniya nîqaşên me yên gelemperî li ser platformên civakî yên ku milkên sektorên taybet in têne kirin. Û dijberên demokrasiyê teknolojiyên nûjen bikar tînin da ku bi dezenformasyona sîstematîk nîqaşa me ya demokratîk manîpule bikin. Ew qas dixwazin avê gemar bikin ku cudakirina rastiyan ji derewan mimkun nabe. Û ev yek baweriya gel dişkîne û xera dike."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin