Blinken gef li Îranê xwar: Bijardeyên me yên din hene!

Blinken gef li Îranê xwar: Bijardeyên me yên din hene!

PeyamaKurd – Li demeke danûstandinên Vîyenayê rawestiyane de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken di civîneke rojnamevanî de hişyarî da Îranê û got, heger venegere peymana atomî, bijardeyên wan ên din hene.

Blinken bêyî ku wan bijardeyên din eşkere bike diyar kir, dem ji bo vegera wan a nav peymana nukleerî ya bi Îranê re gelekî kêm bûye û rexne li rêveberiya berê ya Amerîkayê ya Donald Trump girt.

Wezîrê Derve yên Amerîkayê got, vekişîna ji peymana atomî ji aliyê rêveberiya Trump ve, di siyaseta derve ya Amerîkayê ya 10 salên borî de biryara herî xirab bû û Îranê kar li ser bernameya xwe ya atomî bileztir kir û kiryarên xwe yên çekdarî li herêmê jî zêde kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin