NATO û Amerîka ji bo muzakereyan amade ne

NATO û Amerîka ji bo muzakereyan amade ne

PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Amerîkayê bi nivîskî ragihand ku wezîrê karên derve yê Amerîkayê Antony Blinken û sekreterê giştî yê NATO yê Jens Stoltenberg di rêya telefonê de axifîne.

Blinken û Stoltenberg di axaftina xwe de li ser pêngavên piştî civîna 12 ê çileyê ya konseya Rûsya-NATO yê axifîne û Amerîka û NATO amade ne ku muzakereyan bi Rûsya re bimeşînin. Di daxwuyaniyê de weha hatiye gotin:

“Amerîka û NATO ji bo hevdîtinên bi Rûsya re amade ne, biryarê dane ku bi Rûsya re angajmanê dîplomatîk û diyalogan bidin dewam kirin.”

Wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di 14 ê çileyê de civîna çapemeniyê çêkiribû û ragihandibû, eger hevdîtinên bi rojava re bisernekevin, wê Rûsya karibe techîzatên leşkerî bicîh bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin