PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo şêwirmendê xwe yê ji kar û barê Êzîdiyan berpirs Şêx Şamo ku bi sedema ji ber Kovid-19 ê wefat kir, peyama sersaxiyê belav kir.
Mesrûr Barzanî di peyama xwe de ji bo malbata Şêx Şamo, mirovên wî û temamê civaka Êzîdiyan sersaxiyê xwest û xwe hevparê xema wan ragihand. Barzanî di peyama xwe de got ku Şêx Şamo milletperwer, xebatkar û yek ji pêşkêşvanê civaka êzîdiyan bû, ji bo doza xelkê Kurdistanê xebatekî berbiçav dikir û her wext parêzvaniya mafê Kurdên Êzîdî dikir. Barzanî got ku rola Şêx Şamo di pêkvejiyana pêkhateyên Kurdistanê de girîng bû û weha dewam kir:
“Xwedê wî bi bihişta xwe şad bike, ji bo malbata wî ya qedirbilind, ji bo hevalên wî û birayên me yên Êzîdî sebrê dixwazim. Bila riha wî şad be.”
Şêx Şamo bi sedema nexweşîna Kovid-19 ê li nexweşxaneyekî Ankara tedawî dibû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin