Cizîr | Ciwanê Kurd ê wesayîta zirxpos lê dabû can da

Cizîr | Ciwanê Kurd ê wesayîta zirxpos lê dabû can da

PeyamaKurd Li Cizîrê ya navçeya Şirnexê, di 24ê Kanûna Paşiyê de ciwanê 23 salî yê bi navê Abdulgaffar Dayan, li ser rêya dersxaneyê di encama lêdana wesayîta zirxpoş a cureya Rangerê de, piştî du rojan can da.

Dayanê ku amadeyî ezmûnên zanîngehê dibû, dema li ser pireya di navbera Taxa Konak û Kolana Yafesa Taxa Nûr de derbas dibû, wesayîta bizirx lê dide û di encamê de, Dayan bi giranî birîndar dibe û wî radikin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê. Piştî emeliyatê ji bo dermankirinê wî dibin beşa nexweşiyên giran lê rewşa wî xerabtir dibe û can dide. Cenazeya Dayan li Goristana Esrî ya Cizîrê hat binaxkirin.

Şahidên bûyerê diyar kirine ku wesayîta ku li Dayanî daye, ya parastina qeymaqam bûye lêbelê hê jî dezgehên fermî derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin