PeyamaKurd- Serokwezîra Sirbîstanê, rageşiya zêde ya bi barîkatên ku Sirbên Kosovayê li bakurê Kosovayê danîne û geşedanên dawî ji Radyo û Televîzyona Sirbîstanê (RTS) re nirxand.
Serokwezîra Sirbîstanê Ana Brnabic, li ser bûyera ku 10 roj piştî ku Sirbên Kosovayê bertek nîşanî binçavkirina polîsê Sirbî yê berê Dejan Pantic dan, deriyên sînor ên li bakurê Kosovayê barîkat kirin, axivî û got,
"Sirbên Kosovayê tenê li mafên xwe digerin. Ew dixwazin hîn bibin bê ka Pantic li ku derê ye û bikaribe dermanên xwe bistîne."
Brnabic, diyar kir ku Kosova Peymana Brukselê binpê kiriye û bi bîr xist ku duh ji ber xwepêşandana li ser sînorê Sirbîstanê û Kosovayê, Hêzên Kosovayê yên NATO'yê (KFOR) têlên bi dirî kişandine û got,
"Hêzên ewlehiyê, hebûna xwe zêde dikin. Polîsên çekdar ên Kosovayê jî li herêmê hene. Ez bi fikar im ku rageşî zêdetir bibe. Ji bo ku aştî û aramiyê biparêzin, çi ji destên me bê em ê bikin, lê ez ji bo Sirbên Kosovayê îstiqrarê nabînim."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin