Demîrtas: Nabe bi parvekirina kursiyan nêzikî vê pêvajoyê bibin

Demîrtas: Nabe bi parvekirina kursiyan nêzikî vê pêvajoyê bibin

PeyamaKurd Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş li ser gotûbêjên diyarkirina berbijêrê opozîyona Tirkiyê ya ji bo postê Serokomariyê de axivî û da zanîn, ew di pêvajoyeka krîtîk de ne û nabe bi parvekirina kursiyan nêzikî vê pêvajoyê bibin.

Demîrtaş diyar kir, eger ew bi parvekirina kursiyan nêzikî vê pêvajoya krîtîk a Tirkiyê bibin, ew ê fersendeke dîrokî ji dest bidin. Dem ne dema dijayetîkirina hevûdu ye û divê ew li ser prensîpên hevbeş werin cem hev.

Demirtaş eşkere kir: “Em diçin hilbijartinan, da ku kursiya bi hêza herî mezin a cîhanê, bi awayekî stratejîk bi dest bixin. Divê armanca me hemûyan ev be ku em vê meqamê radestî xwediyê wê yê rasteqîn, yanî raya giştî bikin. Nîqaşa li ser navan, tê wateya dûrketina ji armanca ku min diyar kiriye.”

Herwiha destnîşan kir: “Komara Tirkiyê ya me hemûyan e, lewma erkê me hemûyan e berpirsyariya xwe bi cih bînin û ji bo berjewendiyên gel fedakariyê bikin.”

Demîrtaş vê bangê di demekê de dike, maseya şeş alî digel nêzikbûna hilbijartinê, hîn jî berbijêrê xwe diyar nekiriye.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin